Kampa Kewirgosk.. "Xêrxwaziya Barzanî" 2 xulên pîşeyî û fêrbûnê vekirin
Welat TV - Hewlêr
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî 2 xulên nû yên fêrbûnê û pîşeyî li kampa Kewrgosgê ya penaberên Rojavayê Kurdistanê ya bi ser Hewlêrê ve vekirin.
Xêrxwaziya Barzanî ragihand ku roja Çaşembê bi hevkariyê li gel Rêxistina “The Stirling Foundation” li navenda Nûredîn Zaza li Kampa Kewirgoskê dest bi xuleke pîşeyî ya danîna tora elekitrîkê, kir.
BCF da zanîn jî ku 20 kes di vê xulê de beşdar in û jê sûdmend dibin.
Her weha Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî diyar kiriye ku li heman kampê, xuleke fêrbûna zimanê Erebî ji bo zarokan hatiye vekerin û 20 zarok ji wê xulê sûdmend dibin.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî rêxistineke ne hikûmî ye, di warê mirovî de li Herêma Kurdistanê kar dike, alîkariyan ji peneber, derbider û xwedanên pêdiviyên taybet re dabîn dike.