Bin Ferhan û Lavrov tekezî li ser giringiya diyalogeke giştgir li Sûriyê kir

Bin Ferhan û Lavrov tekezî li ser giringiya diyalogeke giştgir li Sûriyê kir
Bin Ferhan û Lavrov tekezî li ser giringiya diyalogeke giştgir li Sûriyê kir

Welat TV - Hewlêr

Wezîrên derve yên Si'ûdiyê û Rûsya tekezî li ser giringiya lidarxista diyalogeke Sûrî giştgir kir.

Wezîrê derve yê Siûdiyê Fêsel Bin Ferhan pêwendiyeke telefonê li gel hevşanê xwe yê Rûsya Sergey Lavrov kir.

Li gorî daxuyaniyekê ji wezareta derve ya Rûsya, herdu aliyan hejmarek dose gotûbêj kir û giringî dane pêşhateyên li Sûriyê:

"Tekezî li ser giringiya lidarxistina diyalogeke Sûrî ya giştgir bi beşdarbûna tevaya aliyên siyasî û pêkhateyên netewî û olî hate kirin. Her weha beşdarbûna tevaya aliyên ku piştgiriya serwerî û yekbûna xaka Sûriyê dikin".

Wezîrê derve yê Rûsya di dawîn daxuyaniyên xwe de eşkere kiribû ku pêwendiyên wan yên rojane bi rêveberiya nû ya Sûriyê re hene û Mosko amade ye beşdariyê di başkirina rewşê de bike.