HRW: “Artêşa Niştîmanî” binpêkirinan li dijî Kurd û Ereban Sûriyê encam dide

HRW: “Artêşa Niştîmanî”  binpêkirinan li dijî Kurd û Ereban Sûriyê encam dide

Welat TV - Hewlêr

Rêxistina Human Rights Watch da zanîn ku binpêkirinên grûpên çekdar ên bi ser Turkiyê ve li Sûriyê hîn berdewam in û Turkiyê rê li pêş wan binpêkirinan nagire.

Human Rights Watch di raportekê de got ku divê hevparên Turkiyê yên navdewletî kiriyarên wê yên serkutkirinê paşguh nekin, nexasim piştî zêdebûna hejmûna Erdogan a herêmî piştî hilweşandina Rêjîma Esed li Sûriyê.

Raportê da zanîn ku Turkiyê rê li pêş binpêkirinên zêde yên grûpên “Artêşa Niştîmanî” yên bi ser wê ve li deverên bakurê Sûriyê negirtiye.

Human Rights Watch diyar kir ku li wan deveran Kurd û Ereban li ser destên wan grûpan rastî girtin, wendakirin, destdirêjî, dadgehên leşkerî yên ne daperwerane û derbiderbûna bi hezaran û desteserkirina mal û milkên wan.

►Her weha bixwîne: HRW banga parastina belgeyên zindanên Rêjîma Esed dike