Tertûs.. Operasyoneke qaçaxiya çekan berev Libnanê hate têkbirin
Welat TV - Hewlêr
Operasyoneke qaçaxiya çekan ji Sûriyê berev Libnanê hate têkbirin.
Rêveberiya ewlehiya giştî li parêzgeha Tertûsê ragihand, ku “piştî hemahingiyê li gel dezgeha hewalgêriyê, operasyoneke qaçaxiya çekan berev Libnanê di rêya dergehên ne rewa re beriya ku bigihe Libnanê hate têkbirin”.
Rêveberiya Ewlehiyê da zanîn jî: “Birek çek û mûşek hatin desteserkirin”.
Roja Şemiyê, serokê hikûmeta Libnanê Necîb Mîqatî û Ehmed El-Şeri’ fermandarê rêveberiya nû ya Sûriyê li Şamê civiyabûn.
Di wê civînê de hejmarek doseyên hevbeş di nav de doseyên sînor û qaçaxiyê gotûbêj kiribûn.