Xwepêşandanên Siwêdayê li dijî rêjîmê berdewam in
Welat TV - Hewlêr
Xwepêşanderên parêzgeha Siwêdayê li Başûrê Sûriyê di dawiya sala 2023yan de li ser daxwazên xwe di guhertina siyasî de rijd in.
Îro 29ê Berçileya 2023yan, bi sedan welatî li Siwêdayê xwepêşandanek li qada Elkerama li navenda bajêr li dar xist, tê de wêneyên qurbaniyên şer ên zarok hilgirtin û siloganên ku banga rûxandina rêjîma sûrî û bicîkirina biryarên navdewletî dikin hildan.
Li gundê Mif´la li gundewarê Siwêdayê jî, xwepêşander derbasî baregeha partiya Elbe´s bûn û ji kel û pelên wê vala kirin da ku ji bo berjewendiya giştî were bikaranîn.
Di Tebaxa borî de, xwepêşandan ji ber xirabûna rewşa aborî li Siwêdayê bi rê ve çûn, pişt re asta daxwazan bilind bû û welatiyan banga rûxandina rêjîmê, bicîkirina biryara 2254 a Netewên Yekbûyî û serbesberdana girtiyan kir.