Rojavayê Kurdistanê.. Ji ber kêmbûna baranê zevî berev hişkbûnê diçin
Welat TV - Hewlêr
Ji ber kêmbûna baranê cotkarên Rojavayê Kurdistanê dest bi avdana zeviyên xwe dikin û yên ku bîrên wan tune ne, bê çare mane.
Rêjeya zeviyên bejayî li deverê dighêje nêzîkî 70%, di salên bûrî de di werzê zivistanê de rêjeya baranbarînê nêzîkî 500 MM bû,lê îsal û ta niha rêje bi tenê gihiştiye 50 MM.
*Zevî rastî hişkbûnê tên
Cotkarên ku zeviyên xwe zû çandine û xwedî bîrên avê ne, da ku berhemên xwe ji hişkbûnê rizgar bikin dest bi avdanê kiriye.
Cotkar Sofî Sofî ku xelkê Dêrika Rojavayê Kurdistanê ye ji Welat Tv re got: "Ji ber kêmbûna baranê zevî ber bi hişkbûnê ve diçin û eger baran neyê, ziyanên mezin dê bigihin cotkaran".
Sofî got jî: "Bîrên her kesî tune ne, bi tenê 10% ji cotkaran xwedî bîr in û yên din piştê bi baranê girê didin".
Çandinî jêdera abûrî ya sereke ye ji bo xelkê Rojavayê Kurdistanê, ji ber vê yekê jî eger werzê çandinyê xirab be, dê rewşeke zihmet li deverê derkeve hole.