Erdogan: Em rê nadin tu aliyekî Sûriyê parçe bike

Erdogan: Em rê nadin tu aliyekî Sûriyê parçe bike

Welat TV - Hewlêr

Serokê Turkiyê Receb Teyib Erdogan gef li YPG xwar û da zanîn ku ew rê nadin tu aliyekî Sûriyê parçe bike.

Receb Teyib Erdogan îro di kongirê asayî yê 8an ê AKPê de li Mêrsînê got ku YPG dest daniye ser zêdetirî 30% ji xaka Sûriyê û ew ê di demeke nêzîk de gavine di vê derbarê de biavêjin.

Serokê Turkiyê got jî: "Em rê nadin ku tu sînariyoyên nû li Sûriyê werin bicîkirin, û divê rêxistinên terorî çekên xwe deynin an em ê wan jinav bibin".

Li gorî Receb Teyib Erdogan, serdema tevlîheviyê li deverê bi dawî bû û ew rê nadin tu aliyekî ku peywendiyên Turkiyê û Sûriyê têk bide.

►Her weha bixwîne: Turkiyê: Operasyonên me li Sûriyê berdewam dikin