Netewên Yekgirtî: 200 hezar penaber vegeriyane Sûriyê
Welat TV - Hewlêr
Netewên Yekgirtî îro 19ê Çileya 2025an, ragihand ku derdora 200 hezar ji penaberên Sûriyê vegeriyane warê xwe.
Komisyarê Bilind ê Netewên Yekgirtî bo karûbarên penaberan, Filippo Grandi di daxuyaniyekê de li ser rûpela xwe "X" da zanîn ku derdora 200 hezar penaber ji destpêka Berçileya 2024an ve vegeriyane Sûriyê.
Since early December, nearly 200,000 Syrians have returned home, in addition to about 500,000 who went back during last year’s conflict in Lebanon. Soon I will visit Syria — and its neighbouring countries — as UNHCR steps up its support to returnees and receiving communities. pic.twitter.com/8LWX4HJoaH
— Filippo Grandi (@FilippoGrandi) January 18, 2025
500 hezar vegeriyane Libnanê
Filippo Grandi her weha da zanîn ku ji dema şerê Libnanê ve 500 hezar Libnanî vegeriyane malên xwe.
Komisyarî Bilind ê Netewên Yekgirtî bo karûbarên penaberan, Filippo Grandi diyar kir ku ew ê di demekê nêzîk de serdana Sûriyê û welatên cîran bike.
Li gorî Filippo Grandi, Komisyara Bilind a Netewên Yekgirtî bo karûbarên penaberan piştevaniya kesên vegeriyayî û welatên mêvandar dike.
Sûrî vedigerin
Ji 8ê meha Berçileya 2024an ve ji dema ku Esed ketiye, rojane bi dehan malbatên penaber ji Turkiyê, Libnan, Urdin û welatên din vedigerin Sûriyê.