Mesrûr Barzanî: Hêvîdar im Kurd li Sûriyê li gel rêveberiya nû bigihin lihevkirinekê
Welat TV - Hewlêr
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hêvî kir ku Kurd li Rojavayê Kurdistanê li gel rêveberiya nû ya Sûriyê bigihin lihevkirinekê û mafên xwe bidest bixin.
Mesrûr Barzanî duh Duşemê 20ê Çileyê, di yekemîn roja beşdariya xwe de di Korbenda Aboriya Cîhanî ya Davosê li Siwîsra, bi merasîmekê "Mala Kurdistanê" vekir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di gotara xwe de ya vekirina "Mala Kurdistanê" got ku gelek guhertinên bilez li deverê çêbûn, wek ên li Sûriyê:
"Em hewl didin destêwerdanê di nakokiyan de nekin, lê eger em bikarin roleke erênî di bihêzkirina aramî û ewlehiyê de li deverê bigêrin, em dudilî nabin".
*Pêşhateyên Sûriyê û rewşa Kurdan
Derbarî pêşhateyên li Sûriyê û rewşa Kurdan, Mesrûr Barzanî got ku "Fermandarê HSD Mezlûm Ebdî bi vexwendineke fermî ji serok Barzanî seredana Hewlêrê kir".Her weha got: "Serok Barzanî li gel partiyên din ên Kurdî li Sûriyê axivî û tekezî li ser giringiya yekhelwêst û yekrêziyê kir da ku bi hev re daxwaza mafên Kurdî bikin".
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzani hêvî kir ku Kurd li Rojavayê Kurdistanê li gel rêveberiya nû ya Sûriyê bigihin lihevkirinekê û mafên xwe bidest bixin:
"Pêwîst e miletê Kurd li Sûriyê bigihin mafên xwe yên re rewa da ku em bikaribin rewşeke baştir ji bo miletê Kurdistanê li deverê bi dest bixin".