Qeter piştgiriya hewildanên Serok Barzanî li Sûriyê dike
Welat TV - Hewlêr
Wezîrê Derve yê Qeterê, Mihemed Bin Ebdulrehman Al Sanî piştevaniya welatê xwe bo hewlên Serok Mesûd Barzanî bo ji hev nêzîkkirina aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê ragihand.
Di çarçoveya hevdîtinên xwe yên berdewam ên li korbenda Davosê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Qeterê, Mihemed Bin Ebdulrehman Al Sanî civiya. .
Mesrûr Barzanî di peyamekê de li ser rûpela xwe ya facebookê ragihand: “Di hevdîtinê de me li ser çawaniya pêşdebirina peywendiyên dualî nêrînên xwe anîn ziman, û rewşa giştî ya Iraqê jî me gotûbêj kir.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê eşkere kir ku Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Dewleta Qeterê bi fermî vexwend, ji bo ku serdana Qeterê bike.
Mesrûr Barzanî balkişand li ser wê yekê ku pêşhat û rûdanên li qada Sûrî mijareke din ya gotûbêjên wan bû “ji ber ku serokwezîr û wezîrê derve yê Qeterê piştevaniya welatê xwe bo hewlên Serok Mesûd Barzanî bo ji hev nêzîkkirina aliyên Kurdî û Sûriyê nîşan da.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir: “di civînê de tekezî li ser girîngiya parastina ewlekarî, aramî û mafên pêkhateyên cuda li Sûriyê, hat kirin.”