Berevaniya Sûriyê: Avakirina feyleqeke Kurdî di nav artêşa Sûriyê de napejrînin

Berevaniya Sûriyê: Avakirina feyleqeke Kurdî di nav artêşa Sûriyê de napejrînin

Welat TV – Hewlêr

Wezîrê Berevaniya Sûriyê di hikûmeta karbirêker de Lîwa Murhef Ebû Qesre di hevpeyvînekê de li gel kenaleke Erebî got, ew dixwazin hemû grûpên çekdar bikin yek rêxistin û artêşa Sûriyê ava bikin.

Wezîrê Berevaniya Sûriyê behsa HSDê û mecên tevlîbûna wê di nav artêşa Sûriyê de kir.

Wezîrê Berevaniya Sûriyê got, Ew dixwazin hemû grûpên çekdar li seranserî Sûriyê di bin sîbera Wezareta Berevaniyê de rêk bixe.

Murhef Ebû Qesre got jî, Ew bi hemû grûpên çekdar re civiyane, hemû jî amade ne tevlî Wezareta Berevaniyê bibin.

Wezîrê Berevaniya Sûriyê derbarê HSDê de got, Wezareta Berevaniyê tu pêşniyaran napejrîne ku grûpek bi awayekî seribxwe di nav artêşa Sûriyê de cîh bigire.

"Feyleqeke Kurdî red dikin"

Wezîrê Berevaniya Sûriyê got jî, Ew avakirina feyleqeke Kurdî di nav artêşa Sûriyê de napejrînin,  û ew rê nadin nerînên siyasî bandorê li qewereya saziya serbazî ya Sûriyê bike.