Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Wezîrê Derve yê Sûriyê re dicive

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Wezîrê Derve yê Sûriyê re dicive
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Wezîrê Derve yê Sûriyê re dicive

Welat TV - Hewlêr

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Sûriyê, îro li Davosê dicivin. 

Ofîsa Ragihandinê ya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, ku îro Pêncşembê 23yê Çileyê, Mesrûr Barzanî di çarçoveya seredana xwe ya ji bo Korbenda Davosê, li gel Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed El-Şeybanî dicive. 

Tê çaverêkirin ku di civînê de behsa rewşa Sûriyê, rewşa Kurdan li Sûriyê û peywendiyên dualî bê kirin. 

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê roja 20ê vê mehê gihîştibû Swîsra û çendîn hevdîtin bi serkirdeyên welatên cîhanê re di çarçoveya korbenda Davosê de, encam dane.

►Her weha bixwîne: Mesrûr Barzanî: Hêvîdar im Kurd li Sûriyê li gel rêveberiya nû bigihin lihevkirinekê