Yekîtiya Ewropa: Sivikirina sizayan li ser Sûriyê girêdayî rêkarên rêveberiya nû ye

Yekîtiya Ewropa: Sivikirina sizayan li ser Sûriyê girêdayî rêkarên rêveberiya nû ye
Yekîtiya Ewropa: Sivikirina sizayan li ser Sûriyê girêdayî rêkarên rêveberiya nû ye

Welat TV - Hewlêr

Yekîtiya Ewropa careke din behsa hin merc û rêkaran ji bo sivikirina sizayên li ser Sûriyê kir.

Kaya Kallas berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê got ku sivikirina sizayên Ewropî li ser Sûriyê girêdayî wan rêkaran e ku hikûmeta karbirêker ya Sûriyê distîne.

Berpirsa Ewropî di hevdîtinekê de bi ajansa "Anadol" re got jî ku ew dixwazin hikûmeteke giştgir li Sûriyê bibînin û naxwazin tu şêwyên tundrewiyê hebin:

"Aramiya Sûriyê dikeve di berjewendiya tevan de, û ji ber vê yekê em bi hişyarî geşbîn in".

Kaya Kallas da zanîn: "Eger rêveberiya nû li Şamê gavên rast bistîne, em jî amade ne gavên pêwîst bistînin, lê eger gav berev rêya nerast standin, Ewropa amade ye vegere û careke din hin sizayan bisepîne". 

Di dawiyê de berpirsa Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê got ku "Wezîrên Derve yên Yekîtiya Ewropa dê doseya sizayên li ser Sûriyê di civîna xwe ya 27ê vê çileyê de gotûbêj bikin".