Hakan Fîdan û Sergey Lavrov rewşa Sûriyê gotûbêj kir

Hakan Fîdan û Sergey Lavrov rewşa Sûriyê gotûbêj kir
Hakan Fîdan û Sergey Lavrov rewşa Sûriyê gotûbêj kir

Welat TV - Hewlêr

Wezîrên Derve yên Turkiyê û Rûsya dawîn pêşhateyên rewşa Sûriyê gotûbêj kirin.

Hakan Fîdan û Sergey Lavrov di pêwendiyeke telefonî de tekez kir ku "divê hewlên tevaya aliyên derekî werin yekkirin ji bo alîkariyê di dîtina çareseriyeke giştgir de ji bo rewşa Sûriyê":

"Her weha gerentiya mafên rewa yên tevaya welatiyên Sûriyê bi cudahiya nerînên wan ên siyasî û netewe û olên wan".

Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Rûsya, herdu aliyan nerînên xwe derbarî rewşa Sûriyê diyar kirin û tekezî li ser giringiya "rêzgirtinê li serweriya Sûriyê û yekbûna xaka wê kir".

Wezîrê Derve yê Turkiyê Hakan Fîdan û hevşanê wî yê Rûsya Sergey Lavrov li hev kir ku pêwendiyên wan ên derbarî Sûriyê berdewam bin.