Pasporta Sûrî ya normal bi rêjeya 260% bilind bûye
Welat TV - Hewlêr
Jêderên xwecihî eşkere kirin ku Wezareta Hundir ya ser bi rêjîma Sûriyê ve, kirêya derxistina pasporta normal bilind kiriye.
Li gor malpera "Sewt Elasîma" rêjîmê kirêya derxistina pasporta Sûrî ya normal bi rêjeya 260% bilind kiriye.
Pasporta normal ku beriya niha bi 70 ta 100 hezar lîreyên Sûrî dihat derxistin, kirêya derxistina wê bûye 250 hezar.
Jêderê amaje kiriye: Ev biryar ji despêka sala 2024an ve dê were bicîkirin.
Di 20ê vê Berçileyê de, rêjîmê kirêya derxistina pasporta bilez ji milyonek û 5 hezaran, kire 2 miliyon LS.
Li ser asta cîhanê pasporta Sûrî di buhabûnê de ya duyem e, her weha duyem xerabtirîn pasport e, hilgirê wê dikare bi tenê derbasî 28 welatan bibe.