Ji navçeya Mabeta ya Efrînê 300 malbatên Ereb ên hawirde derketine
Welat TV - Hewlêr
Ji dema ketina rêjîma Esed ve, ji navenda navçeya Mabeta ya herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê 300 malbatên Ereb derketine û berê xwe dane bajarên xwe.
Li gorî jêderên Welat TV nêzîkî 500 xwendekarên Ereb ji pola yekê ta nehan li gel malbatên xwe ji navçeyê derketine û berê xwe dane bajarên xwe, û hejmara malbatan 300 malbat in.
Jêderan da diyarkirin ku 130 malbatên Kurd ên koçberkirî vegeriyane navenda navçeya Mabeta.
Gundê Qêsim
Li gundê Qêsim ê ser bi navçeya Raco ve jî 10 malbatên Kurd vegeriyane gundê xwe û 3 malbatê Ereb derketine û berê xwe dane bajarên xwe li Heleb, Himsê û parêzgehên din.
Veger
Jêder tekez dikin ku rojane bi dehan malbatên Ereb derdikevin, di heman demê malbatên Kurd vedigerin Efrînê.
Her weha bixwîne.. ji 4 gundên Efrînê nêzîkî 300 malbatên Ereb ên hawirde derketine