Efrîn.. Berpirsekî ewlehiyê dema vekişîna grûpên çekdar eşkere kir

Efrîn.. Berpirsekî ewlehiyê dema vekişîna grûpên çekdar eşkere kir
Efrîn.. Berpirsekî ewlehiyê dema vekişîna grûpên çekdar eşkere kir

Welat TV - Hewlêr

Berpirsekî Ewlehiyê yê bi ser Hikûmeta Karbirêker a Sûriyê ve dema vekişîna tevaya grûpên çekdar ji Efrînê, eşkere kir.

Ehmed Ebû Suraqe berpirsê ewlehiyê li parêzgeha Helebê ji "Welat Tv" re got ku wan roja Yekşemê 26 Çileyê, ji bo gengeşekirina rewşa ewlehî û serederiyê bi hikûmeta nû re seredana encûmena navçeya Bilbilê, kir.

Da zanîn jî: "Piştî vekişîna grûpên çekdar ji gundên Bilbilê, hejmarek rêbendên leşkerî hatin danîn".

*Vekişîna tevaya grûpên çekdar

Ehmed Ebû Suraqe got jî ku wan seredana encûmena xwecihî ya bajarê Efrînê jî kir.

Her li gorî wî berpirsê ewlehiyê, "biryar e di dawiya vê mehê de tevaya grûpên çekdar yên bi navê Artêşa Niştîmanî ji Efrînê vekişin".