Dijeterora Herêma Kurdistanê: Droneke bombekirî li sînorê Hewlêrê ket xwar

Dijeterora Herêma Kurdistanê: Droneke bombekirî li sînorê Hewlêrê ket xwar

Welat TV - Hewlêr

Dijeterora Herêma Kurdistanê ragihand ku droneke bombekirî li sînorê Hewlêrê ket xwar û tu ziyan nehatin tomarkirin.

Dijeterorê Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku îro Pêncşemê 30 Çileya 2025an demjimêr 5:40 xulekan droneke bombekirî ku berê wê li kampa penaberên Rojhilatê Kurdistanê bû li ser çiyayê Korek li sînorê Hewlêrê hat xwar.

Dijeterora Herêma Kurdistanê da zanîn ku dronê armanca xwe pêk neanî û ket xwar, û tu ziyanên canî û madî nehatin tomarkirin.