Efrîn.. "Xêrxwaziya Barzanî" alîkariyên diravî pêşkêşî 130 xwendevanên zanîngehê kirin

Efrîn..
Efrîn.. "Xêrxwaziya Barzanî" alîkariyên diravî pêşkêşî 130 xwendevanên zanîngehê kirin

Welat TV - Hewlêr

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkariyên diravî pêşkêşî bi dehên xwendevanên zanîngehê yên ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê kirin.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ragihand ku "roja 29ê Çileya 2025an nivîsgeha BCFê ya Efrînê alîkariyên diravî pêşkêşî xwendevanên zanîngehê kirin".

Got jî: "Ew alîkarî bo 130 xwendevanên zanîngehê devera Izazê yên ji Efrîn û Cindirêsê hatin pêşkêşkirin".

►Her weha bixîne.. Xêrxwaziya Barzanî pêşwazî li zêdetirî 200 malbatên vegeriyane Efrînê kir

Yekem dezgeh derbasî Efrînê dibe

Piştî erdheja 6ê Sibata 2023yan li Sûriyê, Turkiyê, Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Xêrxwaziya Barzanî yekemîn karwanê alîkariyan di 10ê Sibatê de derbasî Efrînê û navçeyên wê kir.

Di 4ê Tîrmeha 2023yan de, Xêrxwaziya Barzanî bi alîkariya rêxistina Karîtas ya Elmanî Navenda Barzanî ya Çand û Geşepêdanê li Efrînê vekir, ta niha bi çalakiyên cuda radibe û alîkariyan di hemû waran de pêkêşî xelkê dike.