Tertûs.. Bi dehan karmendên elekitrîkê mangirtinek li dar xist
Welat TV - Hewlêr
Bi dehan karmendên Kompaniya Giştî ya Elekitrîkê li Tertûsê yên ku girêbestên wan hatine bidawîkirin banga dayîna derfetên kar kir.
Îro bi dehan kes mangirtinek li pêş avahiya Kompaniya Giştî ya Elekitrîkê li Tertûsê li dar xist, tê de banga rakirina biryara bidawîkirina girêbestên wan kir.
Li gorî xwepêşanderan, ev biryar dê ziyanê bighîne karta elekitrîkê li parêzgeha Tertûsê her weha bêkarbûna bi dehan kes.
Ev xwpêşandan tê, piştî biryara Kompaniya Giştî ya Elekitrîkê li Tertûsê beriya 3 rojan, ku li gorî wê biryarê girêbestên kar ên 762 karkerên ku bi awayekî demkî kar di kompaniyê de dikirin, ji destpêka vê mehê ve bi dawî kirin.
Her weha wê biryarê, bêhnvedana bi beramber da 137 karkeran di heman kompaniyê de, bo heyama 3 mehan.
►Her weha bixwîne: Welatiyên Şamê ji ber kirîza elekitrîkê dinalin