70 dar û malên 3 welatiyên Kurd li navçeya Şera ya Efrînê hatin dizîn

70 dar û malên 3 welatiyên Kurd li navçeya Şera ya Efrînê hatin dizîn

Welat TV - Hewlêr

70 darên zeytûnan li herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê ji aliyê kesine nenas ve hatin birîn.

Xwediyên daran îro 2yê Sibata 2025 ji Welat TV re gotin, 31 meha Çileya bûrî 70 darên wan ên zeytûnan li gundê Qirtqulaq hatin birîn.

Darên ku hatine birîn ên Adil Ehmed Mûse 40 dar û Ferîd Henîf Wilo 30 dar.

Bûyerên diziyê

Ji bilî birîna daran, li gundê Meydankê yên navçeya Şera 3 bûyerên diziyê hatin tomarkirin.

Li gorî jêderên xwecihî li gundê Meydankê malên her yek ji Mihemed Cebir, Ciwan Cebir û Zehredîn Cebir hatin dizîn.

Efrîn piştî ketina Esed 

Li Efrînê bi sedan ji malbatên Ereb ji Efrînê û navçeyên wê derdikevin, di heman demê malbatên Kurd vedigerin, piştî hilweşandina artêşa niştîmanî, bûyerên dizî û binpêkirinên tên rûdan, li hin deveren rewş tevlîhev û ne aram e.