Yekem serdan bo welatan.. El-Şeri´ û Bin Selman li Si´ûdiyê civiyan

Yekem serdan bo welatan.. El-Şeri´ û Bin Selman li Si´ûdiyê civiyan

Welat TV - Hewlêr

Serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed El-Şeri´ li gel şahnişînê Si´ûdiyê hijmarek mijarên hevbeş di navbera her du welatan de, gotûbêj kirin.

Îro şahnişînê Si´ûdiyê Mihemed Bin Selman û El-Şeri´ li koşka Yemame li bajarê Riyad paytexta Siûdiyê civiyan.

Di civînê de, her du aliyan hijmarek mijarên hevbeş di nav de piştevaniya Si´ûdiyê ji gelê Sûriyê re, gotûbêj kirin.

Îro Ehmed El-Şeri´ li gel Wezîrê Derve yê Sûriyê Es´ed El-Şeybanî gihişt Si´ûdiyê û ji aliyê cîgirê Mîrê devera Riyad ve pêşwazî li wan hate kirin.

Ev yekem serdana El-Şeri´ bo welatan e, piştî destnîşankirina wî weke serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz.

►Her weha bixwîne: Ehmed El-Şeri´ weke serokê Sûriyê ji bo qonaxa veguhêz hate destnîşankirin