El-Şeri´: Civîna bi Bin Selman re tekezî li ser bihêzkirina pewendiyan kir

El-Şeri´: Civîna bi Bin Selman re tekezî li ser bihêzkirina pewendiyan kir

Welat TV – Hewlêr

Serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed El-Şeri´ da zanîn ku wî bi şahnişînê Si´ûdiyê Mihemed Bin Selman re kar li ser bilindkirina asta hevkariyê di navbera her du welatan de kir.

El-Şeri´ di daxuyaniyekê de piştî civîna xwe bi Bin Selman re got ku wan gelek mijar ji bo bilindkirina peywendî û hevkariyê li ser hemû astan bi taybetî di warê mirovî, abûrî de, û berdewamiya alîkariya siyasî û diplomatîk, gotûbêj kirin.

Ehmed El-Şeri´ da zanîn ku wan pirojeyên pêşerojê yên berfireh di warên wize, teknîkî, xwendin û tendirustiyê gengeşe kirin, da ku bighin hevkariyeke rasteqîne ji bo parastina ewlehî û aramiya deverê.

Li gorî El-Şeri´, Si´ûdiyê dixwaze alîkariyê di avakirina Sûriyê de bike her weha piştevaniya gelê Sûriyê û yekîtiya xaka wê dike.

Ji aliyê xwe ve, ajansa nûçeyan ya Si´ûdiyê ragihand ku Bin Selman dawîn pêşhateyên Sûriyê, ewlehî û aramiya wê li gel El-Şeri´ gotûbêj kirin.

Îro Ehmed El-Şeri´ li gel Wezîrê Derve yê Sûriyê Es´ed El-Şeybanî gihişt Si´ûdiyê û ji aliyê cîgirê Mîrê devera Riyad ve pêşwazî li wan hate kirin.

►Her weha bixwîne: Yekem serdan bo welatan.. El-Şeri´ û Bin Selman li Si´ûdiyê civiyan