Dr. Ebdulhekîm Beşar: Kes nikare girêdana niştîmanî ya miletê Kurd li Sûriyê têk bide
Welat TV - Hewlêr
Dr. Ebdulhekîm Beşar endamê Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya got ku lihevkirin bi Sûriyan re bi rêya diyalogeke niştîmanî, rêya rast e ji bo gerentîkirina mafên destûrî.
Dr. Ebdulhekîm Beşar li ser Tora ”Facebook”ê nivîsî: ”Kes nikare girêdana niştîmanî ya miletê Kurd li Sûriyê têk bide.
Miletê ku tevî hemû stema ku di salên derbasbûyî de lê bûye, şanaziyê bi girêdana xwe ya niştîmanî dike”.
*Diyaloga niştîmanî û beşdarbûna giştgir
Dr. Ebdulhekîm Beşar tekez kiriye ku miletê Kurd dizane ku avakirina Sûriyaya nû, pêwîstî bi beşdarbûna hemû pêkhateyên civaka Sûriyê û hêzên wê yên niştîmanî û demokratî heye:
“Ev yek jî bi rêya diyalogeke niştîmanî navxweyî kûr û dûrî destêwerdanên derekî pêk tê”.
*”Sûriyaya Piralî Nenavendî”
Endamê Polîtbîroya PDK-Sê da zanîn ku welatiyên Sûriyê bi karîn û grêdana xwe ya niştîmanî ya Kûr dikarin Sûriyê bi baştirîn şêweya pêkan ava bikin.
Got jî: “Arezûya me teva Sûriyaya demokrat piralî nenavendî ye ku tê de mafên hemû pêkhateyan parastî bin”.
Dr. Ebdulhekîm Beşar diyar kir ku miletê Kurd û hêzên wî yên siyasî dizanin ku lihevkirin bi Sûriyan re bi rêya diyalogeke niştîmanî cidî, rêya rast e ji bo gerentîkirina mafên miletê Kurd di destûrê de.
Di dawiyê de jî tekez kir: “Hin dengên xerab yên tekane hene ku ne girêdayî miletê Sûriyê ne û kar ji bo gerentiya mafên wî nakin, divê werin paşguhkirin”.