Bi dehan karmendên elekitrîkê mangirtinek li Ceblê li dar xist

Bi dehan karmendên elekitrîkê mangirtinek li Ceblê li dar xist

Welat TV - Hewlêr

Bi dehan karmendên Kompaniya Giştî ya Elekitrîkê li bajarê Ceblê li gundewarê Laziqiyê yên ku girêbestên wan hatine bidawîkirin banga dayîna derfetên kar kir.

Îro bi dehan kes mangirtinek li pêş avahiya Kompaniya Giştî ya Elekitrîkê li Ceblê li dar xist, tê de banga rakirina biryara bidawîkirina girêbestên wan kir.

Li gorî xwepêşanderan, ev biryar dê ziyanê bighîne karta elekitrîkê li bajêr her weha bêkarbûna bi dehan kes.

Ev xwpêşandan tê, piştî biryara Kompaniya Giştî ya Elekitrîkê li Ceblê, ku li gorî wê biryarê girêbestên kar ên 442 karkerên ku bi awayekî demkî kar di kompaniyê de dikirin, ji destpêka vê mehê ve bi dawî kirin.

Her weha wê biryarê, bêhnvedana bi beramber da 588 karkeran di heman kompaniyê de, bo heyama 3 mehan.