Hêzên Ewlekariya Giştî derbasî navçeya Mabeta li Efrînê bûn

Hêzên Ewlekariya Giştî derbasî navçeya Mabeta li Efrînê bûn

Welat TV - Hewlêr

Hêzên Ewlekariya Giştî ya hikûmeta karbirêker a Sûrî derbasî navçeya Mabeta ya Herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê bûn.

Îro karwanekî hêzên Ewlekariya Giştî ya Sûrî derbasî navçeya Mabeta bûn û bi xelkê navçeyê re civiyan.

Ev karwan tê, piştî girtina 27 welatiyên Kurd ji aliyê grûpa “Emşat” ve û berdana wan piştî destwerdana hikûmeta karbirêker.

Duh 6ê Sibata 2025an, Hêzên Ewlekariya Giştî ji bajarê Helebê çûn Herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê da ku wê deverê ji grûpên bi navê “Artêşa Niştîmanî” ya bi ser Turkiyê ve werbigrin.

Li gorî dîmenên ku ji bo Welat TV hatine şandin, bi dehan welatiyên Efrînê bi bilindkirina alên Kurdistanê û Sûriyê pêşwazî li wan hêzan kir.

►Her weha bixwîne: Hêzên Ewlekariya Giştî ya hikûmeta Sûriyê derbasî Efrînê bûn