Erdhejeke bihêz li Japonê rû da

Erdhejeke bihêz li Japonê rû da
Erdheja Japonê

Welat TV - Hewlêr

Di yekem roja sala nû de, erdhejeke bihêz li welatê Japonê rû da, metirsiyên bilindibûna pêlên Tsunami zêdetir dibin.

Desteya televizyona Japonî îro 1ê Çileyê 2024an ragihand: Erdhejek bi hêza 7.4 peleyan li Bakur û naverasta Japonê rû da, pêlên Tsunami pê re hatin.

Ajansa çabdêriya keşûbayê hoşdariya hatina pêlên Tsunami li deverên beravî li kantonên Îşîkawa, Nîgata û Toyama li berava deryaya Japonê li Honşo da şêniyên deverê.

Bilindtirîn pêl li bendera Wacîma li Îşîkawa gihişt 1.2 metreyan, tê pêşnînîkirin ku pêl bgihin 5 metreyan.

Ji ber wê erdhejê, elektirîk li ser 33,500 mal hatiye birîn, niha şêniyên deverê di rewşeke neram û tirsê de dijîn.