Sûrî di pileya yekem de ne.. Hijmara penaxwazan li Elmanya zêde bûye
Welat TV - Hewlêr
Hijmara penexwazan zêdetirî 20% di meha yekem ji sala 2025an li Elmanya bilind bû û Sûrî di pelaya yekem de ne.
Nivîsgeha Fedralî ya Koçber û Penaberan li Elmanya da zanîn ku hijmara penaxwazan di Çileyê de li gorî Berçileyê bi rêjeya 22.5% bilind bûye, ku di meha yekê ya îsal de 14 hezar û 920 daxwazên penabertiyê hatine tomarkirin.
Li gorî amarên nivîsgehê, ji hijmara giştî, Sûrî di pileya yekem de ne bi rêjeya 30.4%, pişt re Efxanî bi rêjeya 13% û Turk bi rêjeya 11.2%.
Beriya hefteyekê, li perlamana federal a Elmanya projeyasayeke li dijî penaberan bi 350 dengî li hemberî 338 dengan hat redkirin, projeyasa ji aliyê Partiya Xirîstiyan Demokrat (CDU) ve hatibû pêşkêşkirin, û daxwaza danîna xalên kontrolê yên berdewam li ser sînoran û tometbarkirina kesên ku bê vîze tên Elmanya dikir, partiya (AfD) piştgiriya vê projeyasayê dikir.
►Her weha bixwîne: Elmaniya.. Rewşa penaberên Sûrî piştî hilbijartinan dê çi be?