Nêzîkî 900 malbatên Ereb ên hawirde ji navçeya Mabeta ya Efrînê derketine

Nêzîkî 900 malbatên Ereb ên hawirde ji navçeya Mabeta ya Efrînê derketine

Welat TV - Hewlêr

Li navçeya Mabeta ya herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê, rêjeyeke mezin a malbatên Ereb ên hawride jê derketine.

Ji dema ketina Esed ve, bi hezaran ji malbatên Ereb ji Efrînê derdikevin û berê xwe didin bajar û gundên xwe.

Li gorî zanyariyên bi destê Welat TV ketine, ji koka 900 malbatên Ereb ên hawirde, bi tenê 40 malbat li navenda navçeya Mabeta mane. Malbatên ku derketine, berê xwe dane bajar û parêzgehên xwe.

Navçeya Raco

Li gundê Meydan Ekbesê yê navçeya Raco ji koka 300 malbatên Ereb ên ku di gund de bûn, tenê 13 malbat mane.

Veger berdewam e

Li gorî jêderan, îro du malbatên din ji gund derketin, û rojane malbatên Ereb derdikevin û berê xwe didin bajarên xwe.

Navçeya Şiyê

Li gundê Alkana yê bi ser navçeya Şiyê ve, gund ji malbatên Ereb vala bûye, ku ji dema ketina Esed ve, 25 malbatên Ereb derketine û berê xwe dane bajarên xwe.