Ehmed El-Şeri´: Me leşkeriya neçarî nesepandiye lê belê ya xwebexş hilbijartiye
Welat TV – Hewlêr
Serokê Sûriyê ji bo qonaxa veguhêz Ehmed El-Şeri´ got, bi hezaran xwebexşan tevlî artêşa Sûriyê ya nû bûne.
Di Podkastekê de li gel berdevkê berê yê serokwezîrê Brîtaniya Tony Blair, Ehmed Elşeri` serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz got wî leşkeriya neçarî nesepandiye, lê belê leşkeriya xwebexş hilbijartiye.
"Ciwan ji leşkeriya neçarî direviyan"
Elşeri´ di wê podkastê de got jî ku bi hezaran xwebexş tevlî artêşa Sûrî ya nû bûne, ku hejmareke mezin ji ciwanan ji Sûriyê reviyan da ku ji leşkeriya neçarî ya ku ji aliyê rêjîma berê ve hatibû sepandin rizgar bibin.
Nîv milyon hatine kuştin
Ehmed Elşeri` da zanîn jî ku leşkeriya neçar mezintirîn metirsiyên Sûriyan bû piştî destpêkirina şoreşa Sûriyê di sala 2011an de, ku bû sedema kuştina zêdetir ji nîv milyon kesî.