Konên koçberkiriyên Efrînê li bajarê Tebqayê di bin avê de man
Welat TV - Hewlêr
Li kampeke koçberkiriyên Efrînê li bajarê Tebqayê, ji ber barîna baranê, konên malbatan di bin avê de man.
Li gorî jêderên xwecihî, bi dehan konên koçberkiriyên Efrînê di bin avê de man, û duh 11 Sibata 2025an, di rewşeke zehmet de şeva xwe derbas kir.
Bang
Çalakvanên li ser torên civakî banga hawarçûna kampê û dîtina çareseriyan kir, her weha ji "Rêveberiya Xweser" a PYD xwest ku guhdanê bide kampê û pêdiviyên wan dabîn bike.
Operasyona leşkerî
Di 30yê Mijdara sala 2024an de, ji ber operasyoneke leşkerî ji aliyê çekdarên ser bi Turkiyê ve, bajarokê Til Refet û Şahbayê ketin bi destê wan çekdaran de û ji destê "Rêveberiya Xweser" a PYD derketin.
Tevî ku dehê hezaran ji Kurdên Efrînê vegeriyan cî û warê xwe lê hejmaereke mezin berê xwe dan Reqa, Teqba, Kobanî û Cizîrê.
Koçberkirina duyemîn
Duyemen car e, malbatên Kurd tên koçberkirin, yekem car di sala 18 Adara 2018an de bû, ji ber operasyona leşkerî ya Turkiyê û grûpên bi ser ve, zêdetirî 300 hezar Kurd ji Efrînê derketibûn.