Putin ji El-Şeri´ re tekezî li ser piştevaniyê kir

 Putin ji El-Şeri´ re tekezî li ser piştevaniyê kir

Welat TV - Hewlêr

Serokê Rûsya Viladîmêr Putin ji serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed El-Şeri´ re tekezî li ser piştevaniyê kir.

Îro Kirimlên da zanîn ku Putin di peywendiyeke telefonî de li gel El-Şeri´ tekezî li ser yekîtiya xaka Sûriyê kir.

Li gorî Kirimlên, Viladîmêr Putin tekezî li ser piştevaniya Rûsya ji Sûriyê re di warê alîkariyên mirovî de kir.

Kirimlên got jî ku peywendiya telefonî di navbera Serokê Rûsya Viladîmêr Putin û Ehmed El-Şeri´ erênî û bi sûd bû.

►Her weha bixwîne: Fransa “destûrek taybet” dide penaberên Sûrî