Fransa: Rêzgirtina li hemû aliyan dê aramiyê li Sûriyê bi cî bike
Welat TV - Hewlêr
Serokê Fransa Imanwêl Makron da zanîn ku tevlînbûna HSD bo artêşa Sûrî dê alîkariyê di rûbirûbûna terorê de li deverê bike.
Îro Makron ev yek di çarçoveya beşdariya xwe di konferansa Parîsê derbarê Sûriyê de ragihand, ku tê de banga rakirina sizayan bi awayekî bilez ji ser Sûriyê kir û got ku Fransa sibeha îro 50 milyon Euro weke alîkarî pêşkêşî Sûriyê kirin.
Makron diyar kir ku rêzgirtina li hemû aliyan dê aramiyê li Sûriyê bi cî bike, û banga peydakirina mercên guncaw bo vegera koçberkiriyan kir, da ku di piroseya hilbijartinan de beşdar bin.
Serokê Fransa da zanîn jî ku welatê wî dê di demeke nêzîk de mêvandiriya Ehmed El-Şeri´ bike.
►Her weha bixwîne: Konferansa Parîsê ya derbarê Sûriyê de lidar dikeve