Li gundewarê Himsê şer derket

Li gundewarê Himsê şer derket
Erşîf

Welat TV - Hewlêr

Li gundewarê rojavayê Himsê şer di navbera grûpeke çekdar û hêzên ewlekariya giştî de derket.

Îro grûpeke nenas êrîşî xaleke ewlekariya giştî ya hikûmeta karbirêker a Sûrî li gundê El-Qebû li rojavayê Himsê kir û reviya.

Piştî êrîşî, rewşa awarte li gund hate ragihandin û lêgerîn li encamderên êrîşî li deverê berdewam e.

Beriya demekê jî, şer di navbera ewlekariya giştî û grûpên bi ser “Hizbulah” a Libnanî li gundewarê Himsê nêzîkî sînorê Libnanê derket û birîndar ji her du aliyan hebûn.

Ev demeke ewlekariya giştî hilmetên ewlekariyê li Himsê encam dide û gelek kesên ku wan bi “paşmayên Rêjîma Esed” bi nav dike girtin.

►Her weha bixwîne: Wezareta Navxwe muhleta dawî ji "alîgirên Esed” re diyar dike